Parêzvana mafên mirovan a Îranî û xelatgira Nobelê Nêrgiz Mihemedî ji ber giranbûna rewşa wê ya tenduristiyê, bi kefaletê hate berdan.
Di daxuyaniya Weqfa Nêrgiz Mihemedî ya 10’ê Gulanê de, hate ragihandin ku ew bi ambûlansê ji bo nexweşxaneyek li Tehranê hate veguhestin.
Weqfê diyar kir, beşeke girîng a cezayê Nêrgiz Mihemedî bi berdêla kefaleteke girîng hatiye taloqkirin.
Her wekî destnîşakir ku divê aktîvîst ji aliyê tîma wan a tenduristiyê ve bê dermankirin.
Li gorî nûçeya ku ji aliyê parêzeran ve hate ragihandin, Nêrgiz Mihemedî dema li Girtîgeha Zencanê dihate ragirtin 24’ê Adarê û 1’ê Gulanê krîza dil derbas kir.



