Ajansa ANHA’yê îro wê hevpeyvîneke taybet bi Fermandarê Giştî yê QSDˊê Mazlûm Ebdî re biweşîne.
Di hevpeyvînê de Mazlûm Ebdî li ser dosyaya dadwerî û dadê ya parêzgeha Hesekê diaxive.
Di vê dawiyê de dosyaya dadwerî û dadê yek ji dosyayên herî berbiçav li herêmê ye.
Li dijî rakirina nivîsên bi zimanê Kurdî li ser Qesra Edlî û daxwaza çareserkirina dosyaya dadê li parêzgehê çalakiyên gel dewam dikin.
Der barê mijarê de ajansa ANHA’yê hevpeyvînek bi Fermandarê Giştî yên Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) Mazlûm Ebdî re çêkir.
Mazlûm Ebdî di hevdîtina xwe de behsa gelek dosyayên girêdayî mekanîzmaya pêkanîna peymana 29ˊê Çileyê û pêşdeçûnên girêdayî saziyên dadweriyê yên li herêmê dike.
Îro hevpeyvîna tevahî wê bê parvekirin.



