SZKˊê bi boneya 15ˊê Gulanê, Roja Zimanê Kurdî daxuyaniyek weşand.
Di daxuyaniyê de SZK’ê got, zimanê me mafê me yê rewa ye, naskirina wî mercekî jêneger ê.
SZK’ê desnîşan kir ku ji bo avakirina Sûriyek pirreng, pêwîst e zimanê Kurdî fermî bê nasîn.
Ev nasîn jî pîvana sereke ya welatîniya wekhev û demokrasîyê ye.
SZK: Zimanê me mafê me yê rewa ye
SZK’ê bûyerên dawî yên li Koşka Dadê ya Hesekê qewimî şermeza kir û got:
“em têdigihîjin ku hikumeta demkî ya Şamê, dil heye ku siyaseta nijadperestî û yekzimanîyê li Surîyê tevahî bide meşandin.”
Her wiha ragihan ku Kurd ku neteweyeka resen a vê axê û vî welatî ne, mafê wan heye ku zimanê wan fermî be.
Kurdî, nirxekê bingehîn ê Sûriyeyê ye û beşeka sereke ya serweriya vî welatî ye.
Divê dewlet, Kurdî jî di nav de, parastina hemû zimanên zindî yên Sûriyeyê, erka xwe ya sereke bibîne.
Di dawiyê de SZK’ê bang kir ku divê hikumeta demkî xwedî li deskeftiyên gel kurd derkeve.



