Thursday 2026/06/18
  • عربي
Ronahi TV
No Result
View All Result
  • SEREKE
  • NÛÇE
    • BAKUR Û ROJHILATÊ SÛRÎ
    • SÛRIYÊ
    • KURDISTAN
    • ROJHILETA NAVÎN
    • HERÊMÊN DAGIRKIRÎ
    • CÎHAN
    • POLÎTÎKA
  • JIN
  • CIVAK Û JIYAN
  • ÇAND Û HÛNER
  • CIWAN
  • BERNAMEYÊN TV
    • 20 DEQA CÎHANÎ
    • ABORÎ
    • ASOYA CIWAN
    • BERNAMEYA TAYBET
    • BIN XET
    • BÛYER
    • CANGORIYÊN AZADIYÊ
    • DIBISTANA ROJIYÊ
    • DOKUMENTER
    • EKOLOJÎ
    • FÎXAN
    • GOTAR
    • HEVGIRTINA BAWERIYAN
    • HÊVIYÊN HÛNANDÎ
    • HEVPEYVÎNA HEFTÊ
    • HUNERA DESTAN
    • ÎROJ
    • JI BAKUR
    • JIN AKTÛEL
    • JIN Û ÇAND
    • JÎNDAR
    • KELEYÊN AZADIYÊ
    • KÊLIYÊN VEJÎNÊ
    • NUÇEJIN
    • NÛÇEYÊN BI DÎMEN
    • PLATFORMA AZAD
    • PORTRE
    • RASTERÊ
    • ROJEVA RONAHI
    • ŞERÊ GELÊ ŞOREŞGERÎ
    • ŞERVANÊN KEDÊ
    • SIBEHA RONAHI
    • TENDERUSTÎ
    • WERZÎŞ
    • JI KANIYA KURDAN
    • LÊGERÎN
zindî zindî
  • SEREKE
  • NÛÇE
    • BAKUR Û ROJHILATÊ SÛRÎ
    • SÛRIYÊ
    • KURDISTAN
    • ROJHILETA NAVÎN
    • HERÊMÊN DAGIRKIRÎ
    • CÎHAN
    • POLÎTÎKA
  • JIN
  • CIVAK Û JIYAN
  • ÇAND Û HÛNER
  • CIWAN
  • BERNAMEYÊN TV
    • 20 DEQA CÎHANÎ
    • ABORÎ
    • ASOYA CIWAN
    • BERNAMEYA TAYBET
    • BIN XET
    • BÛYER
    • CANGORIYÊN AZADIYÊ
    • DIBISTANA ROJIYÊ
    • DOKUMENTER
    • EKOLOJÎ
    • FÎXAN
    • GOTAR
    • HEVGIRTINA BAWERIYAN
    • HÊVIYÊN HÛNANDÎ
    • HEVPEYVÎNA HEFTÊ
    • HUNERA DESTAN
    • ÎROJ
    • JI BAKUR
    • JIN AKTÛEL
    • JIN Û ÇAND
    • JÎNDAR
    • KELEYÊN AZADIYÊ
    • KÊLIYÊN VEJÎNÊ
    • NUÇEJIN
    • NÛÇEYÊN BI DÎMEN
    • PLATFORMA AZAD
    • PORTRE
    • RASTERÊ
    • ROJEVA RONAHI
    • ŞERÊ GELÊ ŞOREŞGERÎ
    • ŞERVANÊN KEDÊ
    • SIBEHA RONAHI
    • TENDERUSTÎ
    • WERZÎŞ
    • JI KANIYA KURDAN
    • LÊGERÎN
No Result
View All Result
Ronahi TV
No Result
View All Result

Partiyên Rojava: Divê temsîla Kurdan 40 parlamenter be

May 19, 2026
in POLÎTÎKA
A A
Partiyên Rojava: Divê temsîla Kurdan 40 parlamenter be
Share on FacebookShare on Twitter

24 partî û rêxistinên li Rojavayê Kurdistanê, hejmara nûnerên Rojava yên ji bo parlamentoya Suriyeyê hatine diyarkirin red kir û diyar kirin ku nufusa Kurdan ji sedî 20 lewma divê nûnerên wan ên li parlamentoyê jî 40 bin.

Derbarê nûnerên Rojava yên ku dê ji bo Parlamentoya Suriyeyê  bêne diyarkirin û temsîla pêkhateyên herêmê de, 24 partî û rêxistinên herêmê, daxuyaniyek da çapemeniyê.

Partiyên ku duh bi civînekê rewş nirxandibûn, îro (19 Gulan) li pêşiya avahiya Daîreya Karûbarên Derveya ya Rêveberiya Xweser daxuyaniyek da çapemeniyê.

Daxuyanî bi zimanê Kurdî ji aliyê Hevserokê Partiya Kesk a Demokratîk Lokman Ehmê, bi zimanê Erebî jî, ji aliyê Hevseroka PYD’ê Pervîn Yusuf ve hat xwendin.

Di daxuyaniyê de hat bibîrxistin ku  pêkhateyên Suriyeyê li bendê ne ku welatekî bi şirîkatiya rastîn were avakirin û ji bo  vê yekê jî sud ji ezmûna Rêveberiya Xweser a Demokratîk ku temsîla hemû pêkhateyên li Rojavaya Kurdistanê û Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê tê de heye, bê girtin.

Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku piştî hilweşandina rejîma Baas, rê vebûye ku qanûn û projeyên nijadperest werin betalkirin Sûriyeyek nû were avakirin.

Di berdewama daxuyaniyê de hat diyarkirin ku ji bo avakirina Suriyeyek nû ev yek pêwîstiyek e, lê hikûmeta Şamê guh nedaye van rastiyan û wiha hat gotin: “Hikûmetê hilbijartinên sexte yên bi navê ‘Hilbijartinên Civata Gel a Sûriyeyê’ ragihandin. Di rastiyê de ev ji bilî pêvajoyeke tayînkirina pûç ku vîna dengdêran nabîne tiştek din nîn e. Ev ji nûve çêkirina mekanîzmayên tecrîdkirina neteweyî û siyasî ye. Her weha projeyên nîjadperest ên li dijî Kurdan teqez dike.

Ev yek bi rêya tayînkirina kesekî ji ‘Erebên Xemer (Kembera Erebî)’ wekî nûnerê Serêkaniyê li herêma Kurdî pêk hat. Bi vê yekê hewl didin nîşan bidin ku wekî rewşeke asayî li herêmê heye û encama projeyên guhertina demografîk  nîn e. Ev yek teqezkirina li ser niyetên xirab ji aliyê hikûmeta Şamê ve ye.”

‘BINPÊKIRINA EŞKERE YE’

Têkildarî temsîla Kurdan a li parlamentoya Suriyeyê, di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku di nava 210 kursiyên parlamentoyê de sînordarkirina temsîliyeta Kurda ya bi 4 kursiyan binpêkirineke eşkere ye û wiha domandin: “Gelê Kurd li Rojavaya Kurdistanê pêkhateyeke resen û dîrokî ye, rêjeya wê ji sedî 20 ê tevahiya nufûsa Sûriyeyê kêmtir nîn e. Îro bi rêya van tayînkirinên sîstematîk ji dengê xwe yê rastîn û mafê xwe yê hevpar di biryardana niştimanî de bêpar tê hiştin. Li ser vê bingehê em weke hêz û partiyên siyasî yên Kurdî, teqez dikin ku em van tayînkirinan bi her awayî red dikin. Em mekanîzmaya dabeşkirina niha wekî berdewamiya polîtîkayên nîjadperest a ku armanca wê windakirina doza Kurdî ye dihesibînin.”

Di daxuyaniyê de hat xwestin ku divê temsîla Kurdan a di parlamentoyê de ji 40 kursiyan kêmtir nebe û wiha hat gotin: “Ev yek li gorî rêjeya nufûsa rastîn a pêkhateya Kurd e.  Em hişyariyê didin ku qebûlkirina her aliyekî siyasî yan civakî ji bo pejirandina van 4 kursiyên lawaz, dê bibe mînakeke dîrokî ya pir xeternak. Di pêşerojê de dê li ser vê yekê pişkên pêkhateya Kurd di hemû astên dewletê de yên weke postên serwerî, wezaret, saziyên dadwerî û dîplomatîk werin diyarkirin. Qebulkirina 4 kursiyan tê wateya biryara darvekirina siyasî li ser mafên me. Ev alî dê berpirsiyariya dîrokî ya vê kiryarê li pêşberî gelê Kurd hilgirin.

Em ji rayagiştî re eşkere dikin ku kursiyên hatine dayîn nûnertiya vîna azad a Kurdî nakin, tu aliyekî Kurdî xwediyê desthilatdarî û wekaleteke gelêrî nîne ku vê yekê qebûl bike. ev yek xizmeta daxwazên gelê Kurd ji bo çespandina mafên xwe li Sûriyeyê nake”.

Di dawiya daxuyaniyê de hat diyarkirinr ku partî û rêxistinên Kurdî wê têkoşîna xwe ya aştiyane û gelêrî, bi hevkariya hemû hêzên demokratîk ên Sûriyeyê ji bo ferzkirina şirîkatîyeke niştimanî ya rastîn û destûreke nûjen ku mafên rewa yên gelê Kurd û hemû pêkhateyên Sûriyeyê diwehîmen, berdewam bikin.

Partî û rêxistinên ku daxuyanî daye wiha ne:

1- Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD)
2- Kongra Star
3- Partiya Kesk a Demokrat
4- Partiya Lîberal a Kurd li Suriyeyê
5- Partiya Komunîst a Kurdistanê
6- Partiya Demokratîk a Kurdistan-Suriye
7- Partiya Demokrat a Kurdî-Suriye
8- Partiya Gel a Kurdî Suriye
9- Partiya Çep a Demokrat Kurdî li Suriye
10- Şepêla Pêşerojê ya Kurdistanê
11- Partiya Guhertina Demokratîk a Kurdistanê
12- Tevgera Nujen a Kurdistan
13- Yekîtiya Kedkarên Kurdistanê
14- Partiya Rêkeftina Demokratîk a Suriyê
15- Tevgera Çaksaz a Suriyeyê
16- Partiyaa Roj a Demoratî Kurd li Suriyê
17- Partiya Biratî a Kurdistanî
18- Partiya Nîdal a Demokrat
19- Partiya Demokrat a Kurdistanî-Rojava
20- Partiya Kombûna Niştimanî Kurdistan li Suriyê
21- Partiya Demokratîk a Kurdî li Suriye (El Partî)
22- Partiya Yekîtiya Demokratîk a Kurdî li Suriyê
23- Tevgera Civaka Demokratîk
24- Şepêla Çavsaz a Suriyê

Previous Post

Îsraîlê zeviyên çandiniyê yên quneytîrayê topbaran kirin

Next Post

600 malbatên koçber ên li Kobanê vegerîn Efrînê

Weşana girêdayî

Li Enqerê xebatên ‘Çarçoveya Qanûnê’: DEM Partî lez daye xebatên xwe
POLÎTÎKA

Li Enqerê xebatên ‘Çarçoveya Qanûnê’: DEM Partî lez daye xebatên xwe

Mezlûm Ebdî ji bo hevdîtinên fermî li Ewrûpayê ye
POLÎTÎKA

Mezlûm Ebdî ji bo hevdîtinên fermî li Ewrûpayê ye

Barrack li Hewlêrê rêzecivîn pêk anîn
KURDISTAN

Barrack li Hewlêrê rêzecivîn pêk anîn

Ronahi TV

© Hemû maf parastî ye

Girêkan ên wêbsaytê

  • SEREKE
  • NÛÇE
  • JIN
  • CIVAK Û JIYAN
  • ÇAND Û HÛNER
  • CIWAN
  • BERNAMEYÊN TV

Li me bişopînin

Welcome Back!

Login to your account below

Forgotten Password?

Retrieve your password

Please enter your username or email address to reset your password.

Log In

Add New Playlist

No Result
View All Result
  • SEREKE
  • NÛÇE
    • BAKUR Û ROJHILATÊ SÛRÎ
    • SÛRIYÊ
    • KURDISTAN
    • ROJHILETA NAVÎN
    • HERÊMÊN DAGIRKIRÎ
    • CÎHAN
    • POLÎTÎKA
  • JIN
  • CIVAK Û JIYAN
  • ÇAND Û HÛNER
  • CIWAN
  • BERNAMEYÊN TV
    • SIBEHA RONAHI
    • NÛÇEYÊN BI DÎMEN
    • NUÇEJIN
    • ÎROJ
    • BERNAMEYA TAYBET
    • 20 DEQA CÎHANÎ
    • RASTERÊ
    • CANGORIYÊN AZADIYÊ
    • ABORÎ
    • ASOYA CIWAN
    • BIN XET
    • BÛYER
    • DIBISTANA ROJIYÊ
    • DOKUMENTER
    • EKOLOJÎ
    • FÎXAN
    • GOTAR
    • WERZÎŞ
    • HÊVIYÊN HÛNANDÎ
    • HEVPEYVÎNA HEFTÊ
    • HUNERA DESTAN
    • JI BAKUR
    • JIN AKTÛEL
    • JIN Û ÇAND
    • JÎNDAR
    • KELEYÊN AZADIYÊ
    • KÊLIYÊN VEJÎNÊ
    • PLATFORMA AZAD
    • PORTRE
    • ROJEVA RONAHI
    • JI KANIYA KURDAN
    • LÊGERÎN
    • ŞERÊ GELÊ ŞOREŞGERÎ
    • ŞERVANÊN KEDÊ
    • HEVGIRTINA BAWERIYAN
    • TENDERUSTÎ
  • العربية
  • ZINDÎ

© Hemû maf parastî ye