600 malbatên koçber ên ji Efrînê yên li bajarê Kobanê diman, îro vegeriyan bajarê xwe.
Îro danê sibê koma yekem a koçberên Efrînê yên li Kobanê diman, ber bi bajarê xwe ve ketin rê ku 9 sal bû li Kobanê diman.
Berî birêketina komê, rêveberê herêma Kobanê Îbrahîm Mislim û hevseroka Rêveberiya Xweser a Kobanê Mizgîn Xelîl daxuyanî da. Şandeyeke hikumeta demkî ya Sûriyeyê, cîgirê fermandarê Hêzên Ewlekariya Hundirîn a parêzgeha Hesekê Siyamend Efrîn, hevserokê Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser Îlham Ehmed û şandeyeke rêveberiya Kobanê amade bûn.
Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku di rojên dawîn de amadekariyên vegera komê li gorî Peymana 29`ê Çileyê pêk hatin. Her wiha hate gotin ku tê payîn ku hemû koçber berî cejna Qurbanê vegerin malên xwe.
Rêveberiya Kobanê jî spasiya kesên ku tev li xebatên vegera koçberan bo malên wan bûye kir û diyar kir ku “zimanê hezkirin, aştî û biratiyê dirûşma Sûriyeya nû ye.”



