Parêzvana Mafên Mirovan Zozan Ozgokçe ragihand ku tundiya li hemberî jinê bi giranî li nava malbatê destpê dike û got, li dijî tundî û kuştina jinan mekanîzmayên têrker nîne.
Li gorî rapora Nîsana 2026’an a ‘Platforma em ê kuştina jinan bisekinînin’ (KCDP) 26 jin ji aliyê mêran ve hatin kuştin, 23 jin jî bi gumanbarî jiyana xwe ji dest dan.
Di raporê de hate ragihandin ku ji sedî 38 jinên hatin kuştin ji aliyê mêr ên pê re zewicî bûn, ji sedî 69 ê wan jinan li mala xwe yan jî li mala kiryar ve hatin kuştin. Ji sedî 62 ji wan jinan bi çekê hatin kuştin.
Parêzvana Mafên Jinan Zozan Ozgokçe mijar nirxand û anî ziman ku polîtîkayên li Tirkiyê yên têkildarî jinê li ser feraseta ‘jin a maqbûl’ hatiye damezrandin.
Zozan Ozgokçe diyar kir ku jinên li derveyî modela jiyana ku desthilatdarî li jinan ferz dike dimînin, bi rêk û pêk rastî tundiyê tên.
Zozan Ozgokçe ragihand ku ji ber vê ferasetê Peymana Stenbolê hate betalkirin, nayê xwestin ku qanûna bi hejmara 6284 bi cih bê anîn û got, “Desthilatdarî ji xwe difikire ku jinên li derveyî vê ne, rastî tundiyê tên.
Ji ber vê jî naxwaze wan biparêze, naxwaze mekanîzmayeke bi vî rengî biafirîne.”
Zozan Ozgokçe diyar kir ku ew demeke dirêj li malên stargeha jinan û navendên piştevaniyê xebitî û anî ziman ku mekanîzmayên dewletê yên têkildarî jinan li ser bingeha piştevaniyê naxebitin û got,
“Di vir de xizmeteke li ser zemîna piştevaniya bi jinan re nîne. Jin tenê li malên mêvanan têne rawestandin.”
Zozan Ozgokçe ragihand ku jin dema giliyê li mekanîzmayan dike, gelek caran berê wan jinan didin malbatên wan.
Zozan Ozgokçe bal kişand ser girîngiya piştevaniya jinan û destnîşan kir ku divê ew rêxistiniya xwe xurt bikin.



