Li Humisê li Zanîngeha El Hewaş a Taybet biryara dûrxistina xwendekaran hat derxistin.
Xwendekarên Zanîngehê li hember biryara dûrxistinê ji ezmûnan, nerazîbûna xwe anî ziman.
Zanîngehê diyar kir ku xwendekar “ji ber neçûna wan a dersan” hatine dûrxistin.
Lê xwendekar rêveberiya zanîngehê bi “keyfî û nebûna zelaliyê di sepandina rêziknameyên zanîngehê de” tawanbar kirin.
Li gorî xwendekaran, zêdetirî 500 xwendekar ji dayîna ezmûnên dawîn hatine astengkirin.
Her wiha tê gotin ku hejmar li hin fakulteyan, bi taybetî fakulteyên Diransazî û Kozmetolojiyê,
Ji 750 xwendekaran derbas kiriye, tevî ku gelek xwendekar beşdarî dersan bûne û wan tu hişyariyên berê negirtine.
Ev bûyer li heman Zanîngehê bû sdema nerazîbûn û xwepêşandanan.
Nêzîkî 600 xwendekaran gilînameyk pêşkêşî Wezareta Xwendina Bilind û Lêkolînên Zanistî ya Sûriyeyê kirin.
Xwenekaran daxwaz kirin ku lîsteyên dûrxisinê bi awayekî zelal werin nirxandin.
Heta niha, ne rêveberiya zanîngehê û ne jî Wezareta Xwendina Bilind bersiveke fermî nedaye daxwazên xwendekaran.



