Şandeya Partiya Jinan a Komînist a Sosyalît serdana YPJ’ê kirin.
Şande ji aliyê Berdevka YPJ’ê Roksen Mihemed, Endama Konseya Leşkerî Destîna Heleb û Endama Konseya Leşkerî Berxwedan Qamişlo ve hatin pêşwazîkirin.
Di serdanê de Berdevka YPJ’ê Roksen Mihemed axivî û anî ziman ku ew çi bikin jî ew deyindarê gelê xwe ne û ev tişt got:
”Mirov çi bike jî mirov deyndare, taybet di vê demê de. Deynek pir mezin ya vî gelî di stuyê me de ye em ê hewl bidin layîqî vî gelî derkevin.”
Her wiha di dawiya hevdîtinê de Şandeya Partiya Jinan a Komînist a Sosyalît wêneyê jina pêşeng Sakîne Cansiz (Sara) diyarî YPJ’ê kir.



