Rejîma Îranê di kiryarên xwe yên dermirovî de berdewame.
Hat ragihandin ku rejîmê du girtiyên siyasî yên Kurd li Mehabadê bi darve kir.
Vê sibehê li girtîgeha Mehabadê du girtiyên bi navên Ramîn Zele û Kerîm Merufpur hatin darvekirin.
Her dû girtî bi tometa ‘hevkariya bi partiyên Kurdî yên Rojhilatê Kurdistanê’ hatine darvekirin.
Hêjayî gotinê ye Ramîn Zele xelkê navçeya Nexede ya ser bi parêzgeha Urmiyeyê ye.
Di sala 2023’yan de ji aliyê hêzên rejîmê ve bêy destura yasayî hatibû binçavkirin.
Di sala 2024’an de bi dadgehkirinek ne dadperweran de ku bêy parêzer têde amade bin, di nava çend deqeyek de hat dadgehkirin.
Her wiha Kerîm Merufpur jî xelkê Nexede, di sala 2021’an de li bajarê Serdeşt hatibû binçavkirin.
Demek dirêj winda mabû û agahî jê nedihat girtin.
Piştre dibin êşkenceyek giran de îfadeyên wî hatin girtin û bi heman tometa Ramîn Zele, cezayê darvekirinê lê hat birîn.



