Berdevka Çapemeniyê ya PJAK’ê Gelawêj Ewrîn, têkildarî îdiaya Trump a têkildarî “çekên Kurdan desteserkirin” axivî.
Gelawêj Ewrîn bang li Serokê DYA’yê Donald Trump kir ku çek da bin kê bila eşkera bike.
Gelawêj Ewrînê anî ziman ku dibe Amerîka û Çînê di hinek mijaran de lihev kiribin û got:
“Dê li dijî Îranê destwerdaneke nû were kirin. Dibe ku dema wê kin be lê dê bibandor be.
Amerîka û Çînê lihev kirin ku Îran xwedî çekên nukleerî nebe.
Her wiha Tengava Hurmuzê ji bo Çînê pir girîng e û dê hewl bide bi Amerîkayê re hinek peymanan çêbike.”
Gelawêj Ewrînê, di berdewama axaftina xwe de îşaret bi îdiayên Trump kir û ev bang li Trump kir:
“Tu nikarî Kurdan tawanbar bikî ku we çek jê re dane û wan jî ev bi kar anîne.
Em li axa Îranê û Rojhilat hene. Hem di qada siyasî de hem jî di qada leşkerî de hêza me heye.
Me ji tu hêzekê çek negirtine. Heke Amerîkayê çek dabin hin hêzan, wê demê bila aşkera bike .
Gelê me baş dizane ku me heta niha xwe bi hêza xwe gihandiye van rojan.
Gelawêj Ewrînê ev bang li partiyên Kurd jî kir:
“Heke partiyên siyasî yên Kurd jî ji Amerîkayê çek standibin bila aşkera bikin.
Nayê qebûlkirin ku Kurdan bi van rêbazan biçûk bixin.
Kurd li herêmê aktoreke sereke ne. Hêza wan heye û em hêza xwe ji gelê xwe digirin.”



