Li deverên cuda yên Sûriyeyê xwepêşandanên li dijî buhayê genim ku ji aliyê hikumeta demkî ve hatiye diyarkirin, dewam dikin.
Li Hesekê, Dêrazor, Reqa û Hemayê cotkaran îro jî li dijî vê vê biryarê çalakî li dar xistin.
Li Reqayê bi sedan cotkaran li Çerxerêya Neîm a naverasta bajar kom bûn û xwest buhayê kirîna genim li gorî lêçûnên bilind ên çandiniyê were zêdekirin.
Li Qamişloyê jî tevî cotkaran, endamên partiyên siyasî li pêşiya avahiya Mudîriyeta Dexlûdan a bajar çalakî li dar xist û nerazîbûna xwe nîşan da.
Li Hesekê jî cotkar û siyasetmedaran bi heman armancê çalakiyek li pêşiya avahiya Yekitiya Cotkaran li dar xist.
Di çalakiyan de pankartên “Eger cotkar birçî be, welat birçî dibe” û “Ewlehiya xurekê bi pêkanîna edalet ji cotkaran re dibe” hatin vekirin.
Li deverên din jî cotkar li dijî biryarê kom dibin.
Wezareta Aborî ya hikumeta demkî ya Sûriyeyê di 15’ê Gulanê de biryar da ku her toneke genim bi 46 hezar lîreyên Sûriyeyê (330 dolar) ji cotkaran bikire. Li hemberî vê biryarê nerazîbûn dewam dikin.



