Li Rojhilata Navîn dîsa alozî zêde dibe…
Serokê Amerîkayê Donald Trump di civîneke krîtîk a derbarê Îranê de negihîşt encamekê.
Gelo agirbest dê were dirêjkirin, an jî herêm dê dîsa bikeve şer?
Di demekê de ku peyamên tund ji Washingtonê yek li dû yek tên… aliyê Îran jî gavan paşde na avêje.
Tengava Hurmuzê, bernameya nukleerî û bi milyaran dolar hebûnên Îranî…
Xalên krîzê yên li ser maseyê bi her saetekê re mezin dibin.
Ji ber vê yekê li pişt perdê çi diqewime? pirsa herî sereke ya tê mereqkirin e.
Krîza ku bi êrîşên Amerîka û Îsraîlê yên li ser Îranê di Sibatê de dest pê kirî, dikare dîsa veguhere pevçûneke germ.
Ji 8’ê Nîsanê ve di navbera aliyan de agirbesteke nazik heye.
Lêbelê, daxuyaniyên dawî yên Washingtonê nîşan didin ku ev bêdengî dibe ku zêde dewam neke.
Trump nekarî biryarê bide: Gelo agirbesta bi Îranê re dawî dibe?
Duh, Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê Donald Trump li Qesra Spî bi karmendên xwe re civînek krîtîk li dar xist.
Hemû çav li ser encamên vê civînê bûn.
Tê çaverêkirin ku agirbest ji bo 60 rojên din were dirêjkirin û danûstandinên nû li ser bernameya nukleerî ya Îranê dest pê bikin.
Lêbelê, civîna ku bi qasî du saetan dom kir, ti encamek berbiçav neda.
Çavkaniyên Qesra Spî ji bo çapemeniya Amarîka dibêjin ku Trump dê tenê peymanek îmze bike ku “xetên sor” ên wî qebûl dike.
Aloziya liRojhilata Navîn: Trump daxwazên rêz dike, Îran ji ya xwe danakeve
Daxwazên herî zelal ên Trump;
Divê Îran di tu şert û mercan de çekên nukleerî pêş nexe…
Û Tengava Hurmuzê, ku wekî dilê bazirganiya petrolê ya cîhanê tê hesibandin, divê ji bo trafîka navneteweyî ji nû ve were vekirin.
Di vê navberê de, rêveberiya Tehranê peyamek tund ji Washingtonê re şand.
Berdevkê Wezareta Derve ya Îranê Îsmaîl Bekayî dibêje,
“Me 47 sal berê ji ferzkirinan re got na.”
Îran her wiha daxwaza dest rakirina li ser 12 milyar dolarî ya milkên cemidî yên welêt ku wekî şertek ji bo pêşveçûna danûstandinan dike.
Rojhilata Navîn bi şerekî nû re rûbirû ye: Ji Amarîka peyamek şer
Lêbelê, Trump berê bi eşkereyî li dijî vê veguhastina pereyan derketibû
Di demekê de ku dîplomasî dewam dike… peyamên şer ji aliyên din tên
Wezîrê Şer yê Amerîkayê Pete Hegseth li Singapûrê diyar kir, “Eger pêwist bike, ew xwedî kapasîteya ji nû ve destpêkirina şer in.”
Centcom: Hêzên me di rewşa hişyariya asta herî jor de ye
Fermandariya Navendî ya Amerîkayê CENTCOM, her wiha ragihand ku hêzên Amerîkî li herêmê di rewşa hişyariya bilind de ne.
Niha tevahiya cîhanê li Washington û Tehranê dinêre…
Ji ber ku gavek…ne tenê çarenûsa Rojhilata Navîn, lê di heman demê de bazarên enerjiya cîhanî û ewlehiya cîhanê jî dikare biguherîne.



