Ji Serokê DYA Trump daxuyaniyek dijber yên dikare hevsengiya Rojhilata Navîn biguherîne hat…Trump îdia kir ku Îranê garantî daye ku ew ê çekên nukleerî pêş nexe.
Lêbelê, Washington di heman demê de pêşniyarek nû ji Tehranê re şand ku tê de şertên dijwartir hene
Daxuyaniyek balkêş ji Pentagonê hat:
“Em amade ne ku şer ji nû ve bidin destpêkirin.”
Lêbelê, aliyê Îranî paşve gav navêje…
Di danûstandinên krîtîk ên di navbera DYA û Îranê de ku bi hefteyan e dewam dikin, dîsa alozî zêde dibe…
https://www.youtube.com/watch?v=JUeJmWjjMKo tenê title flo bikin bila logo bimêne…
Serokê DYA Donald Trump, di hevpeyvînek bi Fox News re got, Îranê garantî daye wan ku ew ê çekên nukleerî pêş nexe.
Trump diyar kir, “Tenê garantiya ku ez hewce dikim ev e ku çekên nukleerî tune bin. Ew li ser vê yekê razî bûn.”
Lêbelê, rêveberiya Tehranê van daxuyaniyên Washingtonê piştrast nake.
Trump dibêje ‘Ti Leza me’ nîne: Vebijêrka leşkerî li ser maseyê ye
Nakokiyên girîng di navbera aliyan de, bi taybetî li ser dewlemendkirina uranyûmê, cezayan û ewlehiya herêmî, dewam dikin.
Her çend Trump got, ew “lez nake jî”, daxuyaniyên wî peyama ku vebijarka leşkerî hîn jî li ser maseyê ye, nîşan dide.Trump bi gotina “Heke em tiştê ku em dixwazin bi dest nexin, ev ê bi awayekî cuda biqede” îşaret bi şerekî nû kir.
Washington gefa şer dixwe:Tehran di daxwazên xwe de bi israr e
Wezîrê Şer yê Dewletên Yekbûy
Daxwazên Waşîngtonê jiTehranê: Şertên nû ser maseyê ne
î yên Amerîkayê Pete Hegseth jî daxuyaniyek balkêş da û got:
Pentagon xwedî hêz e ku ger pêwîst be şer ji nû ve bide destpêkirin
Li gorî medyaya Amerîkî, Washingtonê pêşniyarek nû ji Îranê re şandiye ku tê de şertên dijwartir hene.
Lêbelê, hûrguliyên pêşniyarê nehatin eşkerekirin.
Xetên sor ên Îranê zelal in…
Rêveberiya Tehranê destrakirina ser 12 milyar dolarî ji pereyên wî yên hatîn cemidandin, wekî şertek ji bo pêşkeftina danûstandinan dixwaze
Serokê Parlamentoya Îranê Mihemed Baxêr Qalîbaf diyar kir ku ew ê paşve gav neavêjin û got,
“Em ê tu peymanek bi Amerîkayê re qebûl nekin heta ku mafên me yên neteweyî bi tevahî neyên garantîkirin.”
Aloziya li herêmê ne tenê bi Îranê ve sînordar e…Tehran dixwaze ku şerê li Libnanê di her rêkeftineke muhtemel de cih bigire.Ji ber ku Îsraîl êrîşên xwe yên li ser cihên Hizbullahê didomîne, hîn jî ne diyar e ku agirbesta nazik a li Rojhilata Navîn wê çiqas bidome.



