Hêzên Parastina Gel HPG’ê bi daxuyaniyekê salvegera 22’an a pêngava 1’ê Hezîranê pîroz kir.
HPG’ê diyar kir ku wê rihê fedaî yê Apoyî di asta herî bilind de temsîl bikin û bi kûrbûneke mezintir di xeta milîtaniya Apoyî de qet û qet ji armanca misogerkirina azadiya Rêber Apo û gel venegerin.
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya Hêzên Parastina Gel (HPG) bi wesîleya salvegera 22’an a Pêngava 1’ê Hezîrana 2004’an daxuyaniyek da.
HPG’ê salvegera Pêngava Dîrokî ya 1’ê Hezîranê pîroz kir û hemû şehîd bi bîr anî.
HPG’ê diyar kir, Rêber Apo, tevî şertên Sîstema Êşkenceyê ya Îmraliyê, bi sebreke mezin, berxwedan, sekna xurt û israrê, bi Paradîgmaya Civaka Demokratîk û Ekolojîk a li ser azadiya jinê pêş xistî,
Li hemberî vê êrîşê perspektîfa çareseriya demokratîk û jiyana hevpar derxiste holê.
HPG: Polîtîkaya înkar û tasfiyeyê bû sedema destpêkirina pêngava 1’ê Hezîranê
HPG’ê destnîşan kir ku, Rêber Apo li gorî paradîgmaya nû, derfeteke girîng afirand ku dikare li Tirkiyeyê rê li ber çareserkirina demokratîk û aştiyane ya pirsgirêka Kurd veke û got:
“Hêzên me yên gerîla li ser bingeha nêzîkatiya Rêber Apo, di pêvajoya pênc salan de ku ji biryara vekişînê ya 2’yê Tebaxa 1999’an heta 1’ê Hezîrana 2004’an derbas bû,
Pozîsyona agirbestê parastin û ji bo çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd bingeheke xurt ava kirin.
Lê belê dewleta Tirk, li şûna ku vê pêvajoya derketî holê di rêya çareseriya demokratîk de binirxîne, armanc kir ku wê wekî amûreke tasfiyekirina Tevgera Apoyî bi kar bîne.
Pêvajoya 22 salan a ku derbas bû, careke din nîşan da ku pirsgirêka Kurd bi polîtîkayên zext, înkar û bêçareseriyê nikare ji holê were rakirin.”
HPG: Em ê ti carî rê nedin ku hewldanên rêberê me bêne pûçkirin
HPG’ê anî ziman, ew ê tu carî destûrê nedin ku hewldanên bêhempa yên Rêber Apo û nirxên ku gel bi berdêl û kedeke mezin afirandine bên pûçkirin û bêwatekirin.
Her wekî got, ji vir pê ve jî em ê di bicihanîna erk û berpirsiyariyên ku dikevin ser milê me de, bi vîn û biryardariyeke mezin tevbigerin.
HPG: Em ê dest ji armanca azadiya rêbertî û gelê xwe bernedin
Hêzên Parastina Gel HPG’ê di dawiyê de diyar kir ku, di xeta milîtantiya Apoyî de, wê qet û qet ji armanca misogerkirina azadiya Rêber Apo û gel venegerin.



