Nivîsgeha Neteweyên Yekbûyî (NY) ya li Sûriyeyê ragihand ku hevdîtinên der barê lidarxistina ezmûnên xwendekaran li Siwêdayê de negihiştin tu encaman.
Doh şandeyek NY`ê, bi Şêx Hikmet El Hicrî re civiya û li ser hin mijarên têkildarî rewşa li Parêzgeha Siwêydayê, bi taybetî mijara xwendekaran û mekanîzmaya birêvebirina ezmûnên dawîn, gotûbêj kir.
NY’yê der barê hevdîtinê de daxuyaniyek kurt da.
Di daxuyaniyê de hate gotin “Neteweyên Yekbûyî der barê rêbazên piştgiriya xwendekarên Siwêdayê di ezmûnên dawîn de hevdîtin pêk anîn. ”
NY`ê diyar kir ku tevî van hevdîtinan, her du alî – hikûmeta demkî û Şêx Hikmet El Hicrî – nekarîn astengiyên heyî derbas bibin.
Her wiha destnîşan kir ku hikûmet dê ezmûnan li Parêzgeha gundewarê Şamê berdewam bike.
Wezareta Perwerde û Fêrkirine ya hikûmeta demkî 14’ê Gulanê bi hiceta ku ‘Siwêdayê ne ewle ye û divê ezmûn li cihekî ewle were kirin’ biryarek dabû ku
Navendên ezmûnên xwendekarên refên 9 û 12 yên ji Siwedayê li parêzgehên Şam û gundewarên Şamê werin vekirin.
Şêniyên Siwêdayê jî bi xwepêşandan nerazîbûn nîşanî biryar dan û diyar kirin ev biryar barê zêdetirî 13 hezar xwendekaran giran dike.



