Ebû Erac: Li herêmên Rêveberiya Xweser koçberên ji tevahî Sûriyê hene

Ji ber şer û bazara li Idlibê, di navbera Rûsya, Rejîm û Tirkiyê de, jiyana bi sedhezaran kes di nava zehmetiyan de derbas dibe.

Beşek ji koçberên ku ji şer û bazara li ser xwe direvin, berê xwe didin herêmên aram yên bakur û rojhilatê sûrî.

Cîgirê Fermandariya Giştî ya Artêşa Şoreşgeran Ebû Erac, diyar kir ku idîayên dibêje koçber li vir tinene, ne rast in û wiha got: Ev rêbaza bikaranîna koçberan a dewleta tirke.

Tirkiye dixwaze bi zêdekirina jimara koçberan wan weke kaxeza zextê bikar bîne.

Koçberên Idlibê û herêmên din ên Sûriyê ji ber şerê li herêmên wan diqewime, ji cih û warên xwe koçber dibin.

Rêveberiya Xweser jî weke gavek mirovî deriyê xwe li pêşiya wan koçberan vekir.

Piraniya wan koçberan jî niha li Minbicê dimînin.

Derbarê mijarê de Cîgirê Fermandariya Giştî ya Artêşa Şoreşgeran Ebû Erac, ji televizyona me re axivî.

Ebû Erac da zanîn ku piştî banga Fermandarê QSD’ê Mazlûm Ebdî bi hezaran koçberên Idlibê berê xwe dan herêmên rêveberiya xweser û wiha got:

“Heta niha zêdetirî hezar û 500 malbatên ku ji Idlib û gundewarê rojavayê Helebê koçber bûne û li herêmên rêveberiya xweser ên bakur rojhilatê Sûriyê bi cih bûne.

Ev koçber dikarin weke şêniyên herêmê bi azadî tevbigerin.

Ti cudahî di navbera wan û şêniyên herêmê de tine ye.

Kampa ku ji bo wan re tê amadekirin ber bi dawiyê ve diçe.”

Ebû Erac: Bi van idîayan dixwazin koçberan weke kaxezeke zextê bi kar bînin

Cîgirê Fermandariya Giştî ya Artêşa Şoreşgeran da xuyakirin ku li herêmên rêveberiya xweser koçberên ji hemû herêmên Sûriyê hene û wiha domand:

“Koçberên ji Şamê, Hims, Dera Zor û Hema jî li herêmên me dijîn.

Ebû Erac da xuyakirin ku idiayên dibêjin koçber li bakur û rojhilatê Sûriyê nîne, ne rastin û wiha domand:

Bi van idiayan dixwazin bêjin koçberên Sûrî hemû berê xwe didin Tirkiyê.

Da ku wan weke kaxizeke zextê li dijî Ewropa bi kar bînin.

Cîgirê Fermandariya Giştî ya Artêşa Şoreşgeran Ebû Erac di dawiyê de diyar kir ku deriyên herêmên bakur û rojhilatê Sûriyê her dem ji koçberên Sûriyê re, vekirî ne.

Back to top button