Li Efrînê 2 ciwan di gola Meydankê û sulavên Gemrokê de xeniqîn.
Li gorî agahiyên ku çavkaniyan dane nûçegihana me, ciwanê bi navê Mistefa Fadî Rezûq (24) di gola Meyankê de û Mihemed Ebdo Hebeş (23) di sulavên Germokê yên herêma Efrînê de xeniqîn.
Çavkaniyan dane zanîn ku tîmên parastina sivîl cenazeyên her du ciwanan derxistin û hişyarî da ku li cihên xetere avjeniyê neyê kirin.



