Li derdora santrala elektrîkê ya bajarê Til Temirê şewatek mezin derketiye. Tîmên agirkujiyê û şênî seferber bûne.
Li erdên çandiniyê yên nêzî santrala elektrîkê ya bajarê Til Temirê şewat derket. Ji ber germaniya zêde û giyayên hişk şewat mezin bû û santral dorpêç kiriye.
Tîmên agirkujiyê bi desteka şêniyan tavilê berê xwe dan cihê şewatê û hewldanên vemirandina agir didomînin.



