Nêzî 70 maşîneyên leşkerî yên Tirkiyê derbasî Idlibê bûn

Dewleta tirk amadekariyên şerekî mezin li Idlbiê dike. Artêşa tirk a dagirker, 70 maşîneyên zirxî şandin Idlibê û Erdogan jî careke din gef li rejîmê xwar.

 

Çavdêriya Sûrî ya Mafên Mirovan, eşkere kir ku îro nêzî 70 maşîneyên leşkerî yên dewleta Tirk derbasî Idlibê bûn.

Li gorî Çavdêriya Sûrî, ji 2’ê sibatê heta niha, dewleta Tirk 4 hezar û 220 maşîneyên leşkerî û 9 hezar û 200 leşker derbasî herêmên kêmşer kiriye.

 

Erdogan: Çi êrîşek ser nuqteyên me pêk were, wê bê bersiv nemîne

Serokomarê Tirk Erdogan îro careke din got, ger nuqteyên wan yên çavdêriyê li Idlibê werin hedefgirtin wê welatê wî bersiveke tund bidin.

 

Tirkiye: danûstandinên me û rûsan pir baş in

Wezareta Parastinê ya Tirkiyê jî ragihand ku danûstandinên di navbera wan û Rûsyayê de pir baş û erênî derbas dibin.

Wezîrê Parastinê yê Tirkiyê Hulusî Akar, da zanîn ku plan dikin 15’ê Adarê, bi Rûsya re dewriyên hevbeş li ser rêya M4 a li başûrê Idlibê dest pê bikin.

Back to top button