KCK: Newroz nemirkirina Ggelê Kurd e

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê Newroza 2020 li gelê Kurd û dostên wan pîroz kir û diyar kir ku ji ber vîrûsa Koronayê wê Newroza îsal bi rengekî komî û qelebalix neyê pîrozkirin. KCK’ê ragihand ku divê ev roj veguhere roja fêhmkirina ruh, çand, cewhera Newrozê û rastiya têkoşîna me ya azadiyê.

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê têkildarî Newroza 2020’an daxuyaniyek da.

KCK’ê di daxuyaniya xwe de diyar kir ku Newroz sembola hebûna neteweyî ya gelê Kurd e, sekna têkoşînê û hesreta azadiyê ya Kurdan e û got:

Çand û ruhê Newrozê gelê Kurd afirandiye, gelê Kurd jî Newroz afirandiye.

Gelê me ji Kawayê Hesinkar heta îro agirê Newrozê li qadên bilind ên Kurdistanê gur kiriye û Newroz nemir kiriye.

Ev yek di heman demê de nemirkirina hebûna gelê Kurd e.

KCK: Dagirker, di sedsala 21’an de destkeftiyên Kurdan dikin hedef

KCK’ê destnîşan kir ku di sedsala 20’an de ji Dersimê heta Helebçeyê bi dehan komkujî li ser kurdan hatin kirin û niha jî dagirker destkeftiyên gelê xwe dikin hedef.

KCK’ê diyar kir ku Newroz êdî bi dehan sal in weke roja sekna neteweyî û yekîtiya neteweyî tê pîrozkirin ku têkoşîna azadî û demokrasiyê ya gelê Kurd bi pêş xist.

KCK: Ji ber Vîrûsa Corona, wê Newroza îsal bi rengekî girseyî neyê pîrozkirin

KCK’ê derbarê bandora Vîrûsa Corona li ser ne li dar xistina Newroza 2020’an wiha anî ziman:

Mîna her salê di sala 2020’an de jî gelê me wê Newrozê bi rengê herî bi coş û xurt pîroz bike, sala têkoşînê ya 2020’an bi Newrozê bide destpêkirin.

Lê belê ji ber vîrûsa Korona ku li Çînê der bû û li cîhanê belav bû, her wiha bandoreke giran li Rojhilata Navîn kir, biryar hate girtin ku Newroza îsal bi rengekî komî li meydanan û salonan neyê pîrozkirin.

KCK: Tendûristiya Gelê me esas e, em piştgiriyê didin vê biryarê

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê nirxandina xwe wiha bi dawî kir:

Bi navê Tevgera Azadiyê ya Kurd, ji bo parastina tenduristiya gelê xwe em bawer dikin ev biryara ku hatiye girtin rast e û piştgiriya vê biryarê dikin.

KCK’ê ragihand ku divê Newroza îsal bi rengekî komî û qelebalix neyê pîrozkirin, divê veguhere roja fêhmkirina ruh, çand, cewhera Newrozê û rastiya têkoşîna me ya azadiyê.

Back to top button