8 welatan, daxwaza rakirina cezayan ji “NY” kir

Ji bo pêşgirtina vîrûsa Corona, di serî de Rûsiya û Çîn, 8 welatan banga rakirina cezayên aborî yên yekalî ji Neteweyên Yekbûyî kir. 

Li gorî nameya wan ji Sekreterê Giştî yê NY António Guterres re şandiye, “bandora cezayên aborî yên hişk, pir zererê dide tedbîrên rûbirûbûna Coronayê.

Di nava van welatan de, Sûriye, Îran û Venezuelayê jî cihê xwe digirin.

Di nameyê de, her 8an bang li NY kir ku “bilez û bi temamî ev ceza rabin ku li gorî wan, ev ceza hişk û ne qanûnî ne.

Back to top button