NPG: Rihê Egîdan wê di meşa serkeftinê de bê jiyankirin

Fermandariya Biryargeha NPG a Hefteya Lehengiyê pîroz kir û got: “Li ser bingehê projeya jinûve avakirina Gerîlayên Azadiya Kurdistanê bi ruh û bîranînên Egîdan wê di meşa serketinê de esas bê girtin.”

Fermandariya Biryargeha Navendî ya Parastina Gel (NPG) têkildarî 21-28’ê Adarê Hefteya Lehengiyê daxuyaniyek nivîskî da.

Fermandariyê hefteya lehengiyê li gelên kurdistanê pîrozkir û wiha got:

“Ev dîrok yek ji kadroyên pêşeng ên di têkoşîna me de Kawayê Hemdem Mazlûm Dogan ê 21’ê Adarê bi çalakiya mezin a lidar xistin dîsa, bi şehîdbûna Fermandarê Efsanewî yê gerîlayê Kurdistanê Egîd (Mahsûm Korkmaz) re derketiye holê ye. Herdu hevrê yên ku weke lehengên gelê Kurd ketin dîrokê, bi sekna fedayî û nirxên avakirî re rastiya PKK’ê û sekna îdeolojîk a Rêber Apo weke îfadeya pratîk şoreşa Kurdistanê derxist holê û xeta bingehîn a lehengiyê ava kirin.”

NPG’ê îşaret bi şerê gerîla yê li dijî dagirkeriyê kir û ev tişt anî ziman:

Têkoşîna Azadiya Kurdistanê îro ne ji bo Kurdistanê tenê, li dijî faşîzim û zilmê ya li cîhanê ji bo gelên ku têkoşînê dike bûye hêviyeke mezin. Di vê qonaxa ku têkoşîna me dikev sala 2020’ê de jî ji her demê zêdetir pêwîstiya me bi ruhê Egîdbûnê heye.

NPG’ê bi domdarî balkişand li ser ruhê Fermandar Egîd û wiha domand:

Em ên weke şopdarê Fermanar Egîd gerîlayên Azadiya Kurdistanê bi biryarên ji civîna Konseya Fermandariyê ya ku hate girtin, bi ruhê fedayîbûnê wê ji bo vê demê têkoşînê berisva herî pêwîst û bi bandor bide. Li ser bingehê projeya jinûve avakirina Gerîlayên Azadiya Kurdistanê, xeta modern ya gerîla ya nû bixe pratîkê, ruh û bîranînên Egîdan wê di meşa serketinê de esas bê girtin.

Fermandariya Biryargeha NPG’ê 34. salvegera şehîdbûna Fermandarê nemir Egîd de, hemû şehîdên azadiyê bibîranî û hefteya Lehengiyê li hemû kesên li ser xeta Egîdbûnê têkoşînê dikin, pîroz kir.

Back to top button