Koalîsyon ji baregeha El-Qeyara ya Iraqê vekişiya

Koalisyona Navdewletî ya li dijî DAIŞ’ê beregeheke xwe ya din li Iraqê radestî hêzên Iraqê kir.

Fermandariya Opereasyonên Hevbeş ya Iraqê bi daxuyaniyekê ragihand ku pişt danûstandinan hêzên koalisyonê ji baregeha xwe ya li Nînewayê vekişiya û radestî Hêzên Iraqê kir.

Duh jî hêzên koalisyonê ji Kerkûkê vekişiyan û baregeha xwe radestî artêşa Iraqê kir.

Beriya heftiyekê jî Koalisyon ji baregeha El-Qeyara ya li parêzgeha Nînewayê vekişiyabû.

Her wiha hêzên Amerîkî ji baregeha El-Hebaniya ya parêzgeha Enbarê vekişiyaye.

Fermandariya Giştî ya Hêzên Iraqê jî ragihandiye ku leşkerên Fransî ji tevahiya xaka Iraqê vekişiyane.

Beriya niha Koalisyona Navdewletî ragihandibû ku ji bo belavbûna vîrûsa Coronayê wê hêzên wan li deverên nû li Iraqê bi cih bibin.

Back to top button