Cenazeyê Miryem Qazî Mihemed li Kelarê spartin axê

Keça Pêşawa Qazî Mihemed Miryem Qazî di 15’ê Adarê de ji ber nexweşiya penceşêrê li paytexta Ûrdinê koça dawî kiribû, li ser wesyeta wê îro cenazeyê wê li cem yê hevjînê wê Serdar Caf li Goristana Kevin a Kelarê spartin axê.

Keça Pêşawa Qazî Mihemed nivîskar û çalakvana Mafê Mirov Miryem Qazî, di 15’ê Adarê de ji ber nexweşiya penceşêrê li paytexta Ûrdinê bajarê Emmanê koça dawî kiribû.

Îro cenazeyê wê bi rêya balafirê gihişt Silêmaniyê û ji wir jî ber bi navçeya Kelar a navenda îdareya Germiyanê ve hat birêkirin.

Cenazeyê Miryem Qazî li ser wesyeta wê li Goristana Kevin a Kelarê li cem gora hevjînê wê Serdar Caf hate veşartin.

Ji ber virûsa Coronayê û qedexeya lidarxistina merasîmên sersaxiyê, ti merasîmek ji bo cenaze nehat lidarxistin.

Tenê hinek xizmên wê û malbata hevjînê wê di dema veşartinê de amadebûn.

Xizmên Miryem Qazî diyarkirin ku piştî veşartinê wê herin Hewlêrê û dema qedexeya derketinê û metirsiya virûsê nemîne, wê taziye bê danîn.

Back to top button