Sozdar Avesta: 4’ê nîsanê rojbûna tevahî gelan e

Îro 4’ê Nîsanê rojbûna Rêber Abdullah Ocalane ku bûye rojbûna tevahî gelan e.

Bi vê bûneyê Endama Konseya Serokatiya Giştî ya KCK’ê Sozdar Avesta axivî û dazanîn ku ”Rêber Apo dibêje ‘min êşa mezin kişand heta ku min netewekî anî dinê.”

Sozdar Avesta diyarkir ku ew ji bo wê gelê azadîxwaz roja 4’ê Nîsanê weke roja ji nû ve afirandina jiyana azad û demokratîk dibînin’.

Endama Konseya Serokatiya Giştî ya KCK’ê Sozdar Avesta ji bo salvegera 71’emîn a rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji ajansa ANF’ê re axivî kir.

Sozdar Avesta 4’ê Nîsanê roja jidayîkbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ne li hemû gelê cîhanê pîroz kir û got:

Tevahî jin û gelên Kurdistanê ku niha bi fikir û ramanên Serok Apo tekoşîna xwe dimeşînin vî rojê wek çêbûna xwe dibînin.

Di rojekî wisa de a ku herî zêde hesta bi me re mezin dike heskirina Rêbertiyê ye û jiyana azad e.

Rojbûna 4’ê Nîsanê rojbûna tevahî gelan e,Rojbûna jinan e û hemû zindiyê di xwezayê de ye, dema Biharê çawa ku ax zindîbûna xwe dide diyarkirin wekî kesayeta Rêber Apo jî ev roj cejna tevahî mirovahiyê ye.

Sozdar Avesta: Rêber Ocalan jiyan xwe weke 3 zayîna pênase dike

Sozdar destnîşan kir ku Rêber Apo di şexsê xwe de sê zayîn çêkirin û got:

Dayîkbûna yekemîn ji zaroktiyê re destpêdike û lêgera heqîqatê berdewam dike, Çêbûna duyemîn ketina rêka tekoşînê ye û Partî ava dike, hevalê xwe çêdike, fikir û ramanên xwe bi tekoşînekî mezin bê çêkirin, Zayîna Sêyemîn jî Rêber Apo li Îmralî destpê kir.

Sozda Avêsta di dewama axavtina xwe de got:

Rêber Ocalan Tevgera jina azad diyariya dayika xwe kir.

Rêber Apo bi vî awayî bi jinê re çawa bikaribe hevaltiyeke rast bike, hêz bide û bi zane bike bi vî nêzîkbû.

Îro em bibînin ew jina ya stû tewandî, ya bêvîn bû jinên leheng û zane û felsefa azadiya jin pêşxist.

Sozdar Avesta: Dê sala 2020 bibe sala têkoşîna azadiya Rêber Ocalan

Sozdar diyar kir ku Tevgera azadî û gelê Kurdistanê li derdora Rêber Apo tekoşîn bilind bikin, sala 2020 Rêber Apo dikeve temenê xwe yê 71 salî.

Divê gelê me nekevin bin tesîra bêçaretiyê û bi zanebûn tevbigerin û vî şerê taybet vale derxin.

Sozdar Avesta: Tedbîrên ji bo vîrûsa Corona li girtîgehan nayê girtin

Endama Konseya Serokatiya Giştî ya KCK’ê Sozdar Avesta dawiyê got:

Erdogan dixwaze di zindanan de kampên mirinê ji bo Kurdan avabike û bi zanebûn tedbîrên vîrûsê nayê girtin.

Gelê Kurdistanê ji bo parastina Rêber Apo û tevahî girtiyan têkoşînê bilind bikin û li civaka xwe xwedî derkevin.

Back to top button