Li Silêmaniyê kesekî din bi Vîrûsê jiyana xwe ji dest da

Li Başûrê Kurdistanê ji ber vîrûsa coronayê, kesekî din jiyana xwe ji dest da û 14 kesên din bi vîrûsê ketin.

Li Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê jî, ji ber belavbûna zêde ya vîrûsê, li 31 bajaran, biryara nederketina derve hat ragihandin.

Rêvebirê Tenduristiya Silêmaniyê Dr. Sebah Hewramî ragihand ku, li Silêmaniyê kesekî din ji ber coronayê jiyana xwe ji dest da û jimara qurbanên vîrûsê li Başûrê Kurdistanê bi giştî bû 4 kes.

Li Başûrê Kurdistanê 14 kesên din bi vîrûsê ketine

Her wiha Wezareta Tenduristiyê ya Herêma Başûrê Kurdestanê ragihand ku, di 24 saetên dawî de, hezar û 239 testên coronayê li Herêmê hatine kirin, di encamê de vîrûs bi bi 14 kesan re derketiye.

Li Kerkûkê jî Rêvebirê Beşê Tenduristiyê ragihand ku, 6 nexweşên corona bi temamî rehet bûne û ji nexweşxaneyan derketine.

Li Kerkûkê 6 kes ji vîrûsê rehet bûne

Heta niha li Herêma Kurdistanê, 324 kes bi vîrusa coronayê ketine, ji wan 140 kes rehet bûne û 4 kesan jî jiyana xwe ji dest daye.

Wezareta Tenduristiyê careke din daxwaz ji welatiyan kir ku li gor rêkaran tevbigerin û ji malên xwe dernekevin.

Ji aliyê xwe ve Wezareta Tenduristiyê ya Iraqê jî ragihand ku, li welêt 47 kesên din bi vîrusa coronayê ketine û 54 kes jî rehet bûne.

Li Iraq û Başûrê Kurdistanê heya niha hezar û 279 kes bi vîrusa coronayê ketine, ji wan 550 kes rehet bûne, 70 kesî jî jiyana xwe ji dest daye

Li Îran û Rojhilatê Kurdistanê heya niha 4232 kes mirine

Li Îran û Rojhilatê Kurdistanê jî, rojane jimarên nû ên nexweş û qurbanên coronayê tên tomarkirin.

Li Îranê bi giştî, li gor bîlançoyên fermî yên hikumetê, heya niha 68 hezar û 192 kes bi vîrûsê ketine, ji wan 4 hezar û 232 kesan jiyana xwe ji dest daye.

Back to top button