PYD: Divê di zûtirîn demê de hevdîtin bi Ocalan re pêk were

Bi vîrûsa Corona re metirsiya herî zêde li ser rewşa girtiyan fikar çêdike. Bi taybet jî rewşa rêber Ocalan yek ji rewşên herî zêde tên mereqkirin û welatî li benda agahiyanin.

Meclîsa Giştî ya Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) ji ber fikarên li ser tenduristiya rêber Ocalan û belavbûna vîrûsa Corona li tevahî tirkiyê daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Meclisa Giştî ya PYD’ê işart bi zextên li ser girtî û rojnamevanan kir û wiha got:

Di hundirê Tirkiyê de heta niha dewleta Tirk bi hemû hêza xwe bêhnê li girtiyên siyasî û rojnamevanan diçikîne.

Dewleta Tirk a faşîst tecrîdkirina li ser rêber Ocalan jî didomîne.

Hemû xwestekên malbat û parêzeran ên serlêdanê red dike.

Ev yek gelê Kurd bi hêrs dike, zagon û nirxên mirovî binpê dike.

PYD’ê bang li dewleta tirk kir ku dest ji van kiryarên xwe berde û di zutirîn demê de tecrîdkirina rêber Ocalan bi dawî bike û ji bo hevdîtinê derfet bên dayîn.

Meclisa Giştî ya PYD’ê daxuyaniya xwe bi vê bangê bi dawî kir:

Em bang li gelê xwe dikin ku bi şêwazên demokratîk û li gorî derfetên heyî nêrîn û helwestên xwe diyar bikin û li gorî tedbîrên xweparastinê tev bigerin da ku tecrîd li ser rêber Ocalan were rakirin, rewşa girtiyên siyasî li Tirkiyê baş bibe, her wiha bi israr zext li Tirkiyê were kirin ku li gorî pîvan û zagonên navdewletî tev bigere.

Back to top button