Gerîlayên HPG’ê li bejahiya navçeya Hênê ya Amedê li dijî yekîneyên veşartî yên artêşa Tirk a dagirker çalakî pêk anîn û 2 leşker hatin kuştin.
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê têkildarî çalakiyê ev agahî parvekir:
7’ê Nîsanê artêşa Tirk a dagirker bi yekîneyên xwe yên veşartî li qada gundê Selê yê navçeya Hênê ya Amedê dest bi operasyoneke dagirkeriyê kir.
Heman rojê gerîlayan gerîlayan ev yekîne ji nêzve şopand û 9’ê Nîsanê li dijî wan çalakî kirin.
Di çalakiyê de herî kêm 2 leşker hatin kuştin.
Piştî çalakiyê artêşa tirk a dagirker bê ku encamê ji oparasyona xwe ya dagirkeriyê bigre bi paşde vekişiya.