Çeteyên “Dîfa El-Wetenî” êrîşî navendeyeke Asayîşê li Qamişlo kir

Rêveberiya Giştî ya Hêzên Ewlekariya Hindir ragihand ku, çeteyên Dîfa El-Wetenî li Qamişlo, êrîşek li ser navendeke Asayîşê pêk anî.

Li gorî daxuyaniya Hêzên Asayîşê, duh seat 8’ê êvarî, çeteyên Dîfa El-Wetenî yên girêdayî hikumeta Şamê, 2 bombeyên destan avêtin taxeke Qamişlo.

Bome, navendeke kontrolê li nêzî dibistana Beyan el-Xasa ya li rojavayê taxa Tey kir armanc, lê ti ziyan çênebûn.

Hêzên Asayîşê diyar kir ku “ev hewldanên tevliheviyê, ne di xizmeta berjewndiyên gel de ne” û teqez kir ku “ew ê kesên sûcdar bê ceza nehêlin.

Rêveberiya Giştî ya Hêzên Ewlekariya Hindir, bang li gel kir ku “ji van hewldanan hişiyar bin û eger tiştek bi guman dîtin, hêzên wan agahdar bikin”.

Back to top button