Artêşa Niştimanî ya Lîbyayê: Mezintirîn qaçaxê mirovan ku ji Tirkiyê re kar dike, hat girtin

Artêşa Niştimanî ya Lîbyayê ragihand ku “mezintirîn qaçaxê mirovan ku ji dewleta Tirk re kar dike, li başûrê Terablusa paytext hat girtin

Îro vê sibê, berdevkê Artêşê Ehmed Mismarî diyar kir ku “yekîneyeke wan li derdora el-Tiwêşa serçeteyê bi navê Salih el-Debaşî girt”.

El-Debaşî di hundirê panzereke Tirkî de birîndar bûbû û li gorî Mismarî, ev yek nîşaneya ku Tirkiyê çalakiyên xwe yên tawanî berfireh dike û piştgiriyê dide qaçaxên mirovan jî”.

Berdevkê Artêşa Lîbî da zanîn ku “aniha ew û jimarek çeteyên Sûrî û Lîbî dîlgirtî ne.

Berî vê bi çend rojan jî, di dîmenekî belavkirî de, birayê wî Ehmed el-Debaşî ku bi navê el-‘Emo tê naskirin, li pêşiya çeteyên dewleta Tirk li Sebratayê xuya dibû.

El-Emo, ji tirsnaktirîn qaçaxên mirovan e û li ser asta navdewletî tê xwestin, lê diyar e dewleta Tirk li jêr navê hikumeta Wîfaqê, li ser wan dinixumîne.

Back to top button