Encamên xirab ên qanûna Înfazê ya AKP’ê ku hemû kujer û alîgirên xwe berdan, derdikevin. Yek ji wan kesên hatî berdan, dema ji girtîgehê derket yekser kêr li kesekî da û piştre mirî hat dîtin.
Li Navçeya Bazîdê ya Agiriyê, Ramazan Înanç ji ber êşkence li keç û hevjîna xwe kir, hatibû girtin.
Lê piştî AKP’ê ew û hemû kesên weke wî, bi zagona înfazê berdan, Ramazan kêrek li mamê hevjîna xwe xist û ew kuşt.
Vîrûsa Corona..bi du girtiyên ku hatin berdan re, vîrûs derket
Li navçeya Alanya ya Antalyayê jî, bi 2 girtiyên ku piştî qanûna înfazê ji Girtîgeha Dalamanê hatin berdan, vîrûsa Coronayê derket.
Ev yek jî dide xuyakirin ku rewşa hemû girtiyên di girtîgehan de, di metirsiyeke mezin de ye û bi negirtina tedbîran re jî rewş xerabtir dibe.