Li Nîjeryayê..di êrîşeke çakdarî de, 47 kesan jiyana xwe ji dest da

Li Nîjeryayê, 47 kesan di encama êrîşeke çekdarî de jiyana xwe ji dest da. 

Rêveberiya Polîsa Nîjeryayê ragihand ku duh li çend gundên herêma Katsîna, êrîşine çekdarî pêk hatin. Di encamê de, 47 kesan jiyana xwe ji dest da.

Li gorî rêveberiya polîsê, çekdaran bi motorsiklêtan êrîş pêk anîn.

Hefteya borî jî, di encama êrîşa çeteyan a li ser gundekî Nîjeryayê de, 9 sivîlan jiyana xwe ji dest da û agir bi 22 malan ket.

Li Nîjerya û gelek welatên derdorê, ji ber rageşiyên di navbera êlên herêmê de, carcaran êrîşên bi vî rengî derdikevin.

Her wekî, çeteyên DAIŞ û Boko Heram jî li vê herêmê xwedî tevger in.

Back to top button