Malbateke efrînî li gel qedexeya derketina derve çalakiyên hunerî bi pêş dixe

Malbateke efrînî şertên qedexeya derketina derve bi baştirîn rêbazan bikar tîne. Demên vala bi gelek çalakiyên hunerî bi sûd dadigire.

Malbateke efrînî li Şehbayê dema qedexeya derketina derve bi çalakiyên cur bi cur bikar tîne.

Koçberê bi navê Mihemed Hemdî (30) ji şêniyên gundê Husê yê girêdayî navçeya Mabatayê, bavê sê keç û 2 kuran e. Hemdî di hunera şêwekariya kevir û çêkirina peykaran de pispor e. Zarokên xwe jî fêrî vê hunerê kiriye.

Hemdî dibêje piştî koçberiyê, malbatê li kantona Şehbayê jiyana xwe bi awayekî asayî didomand. Lê piştî belavbûna Koronvîrusê li cîhanê û ferzkirina qedexeya derktina derve li kantonê, tevî malbata xwe bi awayekî birêxistinkirî dest danîna hin pêşniyaran kir.

Hemdî destpêkê avreşînek li pêşiya kona xwe di Kampa Berxwedan de çêkir. Her wiha sûd ji parçeyek text girt û depa şetrencê çêkir.

Hemdî dibêje: “Şêniyên Efrînê biçin ku derê jiyan û hêviyê ji derdora xwe çêdikin.”

Hemdî zarokên xwe fêrî lêdana biziq û vegotina stranan dike. kurê wî Ciwan (12) dibêje: “Min ji hunera bavê xwe hez kir. min xwest ez jî fêr bibim. Destpêkê min peykerek biçûk a kiralê Mîtanî Azdeşêr çêkir.”

Keça Hemdî ya mezin Rolyan alîkariya bavê xwe di çêkirina peykera şêr a li ser avreşînekê kir. Tevî ku li biziqê jî dide.

Back to top button