Li Minbicê pakêtên alîkariyê hatin belavkirin

Li Minbicê, pêngava belavkirina pakêtên xwarinê ku ji aliyê şêx û rûspiyên bajêr ve hatiye destpêkirin, dewam dike û beşa yekemîn a alîkariyan li malbatên hewcedar hat belavkirin.

Di pêngavê de zêdeyî 60 milyon lîreyên Sûrî hatine komkirin. Bi van pereyan madeyên xwarinê hatin kirîn.

Alîkarî, li gorî lîsteya navên malbatan ku ji aliyê komîteyan ve hatibû amadekirin, pêk hat.

Ev pêngava komkirina alîkariyan,wê heya bidawîbûna nederketina derve dewam bike.

Hêjayî bîrxistinê ye ku alîkarî li Qamişlo, Girkê Legê, Dêrik û Hesekê, Tirbespiyê û Kobanê jî hatine belavkirin

Back to top button