Hêzên rejîma Sûrî Cebel El-Zawiye topbaran kir

Agirbesta Putin-Erdogan a li Idlibê ku ji destpêkê ve lewaz û jihevketiye, rojane tê binpêkirin. Hêzên rejîmê êrîşî noqteyên komên çete yên li Cebel El-Zawiye yê Idlibê kirin. 

Agirbesta Putin-Erdogan a li Idlibê ku ji dema hatiye ragihandin ve tenê weke nav heye, di roja 48’an de ye.

Li herêmê şer û şandina piştgiriya leşkerî dewam dike.

Di vê çarçoveyê de Çavdêriya Sûrî ya Mafê mirovan ragihand ku hêzên Rejîma Sûrî, herêmên Kensefra û El-Bara yên Cebel El-Zawiye yê herêma Idlibê, topbaran kirin.

Li dijî vê topbaranê komên çete yên dewleta Tirk jî bersiv dan û noqteyên hêzên rejîmê yên li devera Kefermûs a li Şehşebû, bombebaran kirin.

Di vê navberê de balafirên bê mirov yên Rûsî jî li ser hêrêmê digeriyan.

Back to top button