Dr. Menal Mihemed: Hîna rewşa pêketina jina li Hesekê, piştrast nebûye

Doh di hinek ragihandinên herêmî de hate gotin, li Hesekê jinek bi vîrûsa Coronayê ketiye. Hevserokê Desteya Tendurstiyê ya Herêma Cizîrê Dr. Menal Mihemed li ser mijarê ji televizyona mere axivî û got, Heta niha nehatiye tesbîtkirin bê ka ew jin bi vîrûsê ketiye yan na.

Doh di ragihandinê de, îdiayên li ser navê Tenduristiya Qamişlo agahî hatin parvekirin ku vîrûsa Corona li Bakur û Rojhilatê Sûrî hatiye dîtin.

Desgehên ragihandinê weke navnîşan jî Hesekê diyar kiribûn.

Hatibû gotin, jinek 50 saliye û niha li nexweşxanê dibin çavdêriyê de ye.

Hevserokê Desteya Tendurstiyê ya Herêma Cizîrê Dr. Menal Mihemed li ser mijarê ji televsiona me re axivî.

Dr. Menal diyar kir ku “ev kesa ku tê idî’akirin bi vîrûsê ketiye, wê tevî malbata wê bikevin bin çavdêriya tenduristiyê.

Lê heta niha li ser vî kesî ne hatiye piştrastkirin ku bi vîrûsê ketiye yan na.

Dr. Menal careke din îşaret bi xemsariya hikumeta Şamê ya têkildarî mijarê kir û ev tişt anî ziman:

Hikumeta Şamê ti koordîneyê bi Rêveberiya Xweser re der barê testên nexweş û pêşîgirtina vîrûsê de nake.

2’ê Nîsanê jî hatibû idîakirin ku kesek li Nexweşxaneya Wetenî ya bajarê Qamişlo bi vîrûsa Coronayê miriye,.

Desteya tenduristiyê jî malbata wî kesê xiste jêr çavdêriyê.

Der barê vî kesî de, Dr. Menal Mihemed da zanîn ku “ew malbatê dişopînin û hîna gumanê wan li ser wê heye, ji ber ev jina niha behsa mijarê ye, tê zanîn xizmeke vê malbatê ye”.

Li Dêrik navendeke tenduristî ji rewşên lezgîn re amade dike

Tevî vê yekê jî amadekarî ji bo derketina vîrûsê li herêmê dewam dikin.

Heyva Sor a Kurd a li Dêrikê bi desteya Heyva Sor a Kurdistanê re dest bi amadekirina navendekê ji bo xebatên tenduristî û rewşên lezgîn kir.

Heyva Sor a Kurd diyar kir ku piştî amadekirina navendê, ew ê 4 ambulansan û 21 endaman weke kadroyên tenduristiyê amade bikin.

Hevserokê Heyva Sor a Kurd ya herêma Şerqiyê Ehmed Şêxmûs diyar kir ku armanca wan ji vê pirojeyê, ew e ku alîkariya hemû şêniyan bikin.

Back to top button