Hikumeta Şamê: Wê geştên vegerandina welatiyên Sûrî yên ji derve dest pê bikin

Hikumeta Şamê ragihand ku ji bo vegera welatiyên Sûrî yên ji derveyî welêt wê geştên esmanî dest pê bikin.

Wezareta Veguheztinê ya hikumeta Şamê diyar kir ku şirketa Sûrî ya Firînê ji bo welatiyên Sûrî yên ji derveyî welêt ku dixwazin vegerin, wê dest bi geştan bike.

Li gorî wezaretê wê geşt di nava rêkarên li dijî vîrûsa Coronayê û bi serpereştiyeke tenduristiyê de pêk bên.

Her wiha wê li ser çend rojan dewam bike.

Hat ragihandin ku geşta yekemîn wê welatiyên Sûrî yên li Îmarata Erebî ku jimara wan derdora 250 welatî ne, vegerîne Sûriyê.

Back to top button