Gurenica-37: Divê Mexlûf li ser sûcên mirovî bê dadgehkirin

Koma Edaletê ya Navdeweletî “Guernica 37” cihê bazirganê Sûrî Ramî Mexlûf, eşkere kir û banga dadgehekirina wî kir. 

Komê da zanîn ku Mexlûf niha li Îmaratê dimîne tevî cezayên ku Wezareta Gencî-neya Amerîkî û YE lê birîne.

Guernica 37 bang li Îmaratê kir ku Mexlûf ê ku sûcên mezin li dijî mirovan kiriye, li ser xaka xwe nehewîne.

Komê her wiha bang li civaka navdewletî jî kir ku “alîkariya wê bike da ku milyardêr Sûrî bi awayekî qanûnî bê dadgehkirin”.

Li gorî wezareta Gencîneya Amerîkî, Mexlûf têkiliya xwe bi Essed re bi kar aniye da destê xwe deyne ser pereyên gelê Sûrî.

Koma Edaletê ya Navdewletî dibîne ku tiliya Ramî Mexlûf di wêrankirin civaka Sûrî û kuştina bi sed hezaran sivîlên bêguneh de heye.

Duh jî di encama serdegirtina hin şîrketên Mexlûf de, di nav de şîrketa Syriatel, dolarê Amerîkî li beramberî lîreya Sûrî firiya.

Back to top button