HPG: Li herêmên Heftenîn, Colemêrg, Şirnex û Agirî 23 leşker hatin kuştin

Li kurdistanê şerê li dijî dagirkeriyê geş dibe. Bi hatina biharê re gerîlayan çalakiyên xwe zêde kirine. Gerîlayên HPG û YJA Starê li herêmên Heftanîn, Colemêrg, Şirnex û Agiriyê li dijî dagirkeriya dewleta tirk çalakiyên bibandor lidar xistin. Di çalakiyan de 23 leşkerên dagirkeriyê hatin kuştin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê bi daxuyaniyeke nivîskî derbarê çalakiyên xwe yên li dijî artêşa Tirk a dagirker ên dawîn de agahî da.

Li gorî daxuyaniyê;

COLEMÊRG

6’ê Gulanê gerîlayan di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Şehîd Bager û Şehîd Ronya de li Girê Merganiş a navçeya Çelê ya Colemêrgê li artêşa Tirk a dagirker xistin.

Di çalakiyê de çeperek hate îmhakirin û 2 leşker hatin kuştin.

ŞIRNEX

2’ê Gulanê artêşa Tirk a dagirker li qadên Deriyê xendekê, Deriyê Hirçê, Kasaphane yên herêma Çiyayê Cûdî ya li Şirnexê dest bi operasyona dagirkeriyê kir.

Operasyon 5’ê Gulanê bêencam bi dawî bû.

Di çarçoveya Pêngava Tolhildanê ya Şehîd Medya Mawa û Şehîd Rizgar Gever de gerîlayan li dijî artêşa Tirk a dagirker çalakî kirin.

Di vê çarçoveyê de;

5’ê Gulanê gerîlayan li qada di navbera qadên Dader û Siwaro yên herêma Çiyayê Cûdî ya Şirnexê de li dijî qereqoleke artêşa Tirk a dagirker çalakiyek kirin ku ye.

Di vê çalakiyê de ku derbên giran li çeper û stargehên li nava qereqolê hatin xistin, jimara leşkerên mirî û birîndar nehate zanîn.

Heman rojê gerîlayan li qada gundê Osyan a herêma Besta ya Şirnexê li dijî artêşa Tirk a dagirker a li ser girekî çalakiyeke sabotajê kirin.

Di encamê de 5 leşkerên dijmin hatin kuştin.

Yekîneyeke dijmin piştî vê çalakiyê ji bo destwerdana li herêmê hat, lê ew jî bû hedefa gerîlayan.

Di vê çalakiya sabotajê de leşkerek hate kuştin.

Gerîlayên çalakî pêk anîne bi selametî gihitşin baragehên xwe.

AGIRÎ

Artêşa Tirk a dagirker demeke li navbera navçeya Bazîd a Agiriyê û qada Bajêrganê li ser rêya navneteweyî kemînê datîne.

Gerîlayan di çarçoveya Pêngava Serketina Şoreşgerî de ev yekîne kontrol kirin û 5’ê Gulanê li vê yekîneya dijmin xist.

Di çalakiyê de wesayîteke zirxî hat teqandin.

Di çalakiyê de 15 leşkerên dijmin hatin kuştin.

Artêşa Tirk a dagirker piştî çalakiyê leşkerên mirî û birîndar bi ambûlansan ji herêmê rakir.

Dagirkeran piştre bi gelek wesayitên zirxî dest bi operasyona dagirkeriyê kir.

Di navbera dagirkeran û hêzên me de şerekî giran qewimî.

HPG’ê ragihand ku di şerê heta 6’ê Gulanê dewam kir de, gerîla Azad, Pîro û Birîndar heta kêliya dawî bi qehremanî şer kirin û gihiştin asta şahadetê.

Back to top button