Leyla Guven: Pejrandina cezayê Selma nayê qebûlkirin

Hevseroka KCD’ê Leyla Guven, bertek nîşanî pejirandina cezayê siyasetmedar Selma Irmak da û got:
Kurdên ku ji bo azadiyê têkoşîn dane, di girtîgehan de terkî mirinê hatine kirin. Li dijî vê, divê kurd yekrêziya xwe ava bibe.

Dadgeha Bilind a 16’an li Tirkiyê, 7 sal û 6 meh cezayê girtîgehê ya li hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk KCD’ê ya berê Selma Irmak rojên borî pejirandibû.

Hevseroka KCD û parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan HDP’ê ya Colemêrgê Leyla Guven derbarê biryara erêkirina cezayê Selma de, nirxandin kir.

Leyla Guven balkişand ser êrîşên li dijî jinên ku di qada siyasî de cih digirin û destnîşan kir ku ji ber zihniyeta netewperest û baviksalar, siyasetmedarên jin qebûl nedikirin, dema ku jin di siyasetê de bi hêz bû, rengî polîtiyê guherî.

Lewra bi her awayî dibin hedef û hewldanên tunekirinê li dijî wan pêk tên.

Parlementera HDP’ê darbeya li dijî siyasetmedarên jin ê 4’ê Mijdara 2017’an pêk hatibû bi bîr anî û diyar kir ku jê wê demê ve Selma Irmak jî hate girtin.

Leyla Guven got:

Niha ji bo Selma Irmak li girtîgehê dernekeve gelek seneryo tên amadekirin.

Axaftin û hevserokatiya wê ji bo ceza dayînê wekî bihane tê nîşandan, lê xebat û karê wê ne sucek e.

Ji ber vê sedemê jî pejirandina cezayê Selma nayê qebûlkirin.

Ji ber parçebûna Kurdan, rastî êrîşan tên

“Em baş dizanin ku mesele ne KCD ye an jî tiştek din e, di bingeha meseleyê de kurd, siyaseta kurd e û siyaseta jina kurd heye.

Parlamentera HDP’ê Leyla Guven îşaret bi yekrêziya Kurdî kir jî û got:

Kurdên ku ji bo azadiya gelê xwe têkoşîn dane, niha girtî ne û li girtîgehan terkî mirinê hatine kirin.

Ew ji ber parçebûna kurdan pêk tê û divê êdî kurd vê tiştê bibînin û yekitiya neteweyî pêk bînin.

Back to top button