5 dewletên Erebî û Ewropî: Divê Tirkiye rêzê ji tevahî dewletan re bigire

5 dewletên Erebî û Ewropî nerazîbûn nîşanî destwerdana leşkerî ya Tirkiyê û tevgera wê ya “Ne qanûnî” di Deryaya Spî de da.

Wezîrên derve yên Misir, Îmarat, Yewnanistan, Qibirs û Fransayê bi mijara “Pêşketinên bi fikar ên li Rojhilata Navîn, krîzên li gelek welatan ku ewehî û aramiya wan dike armanc” civiyan.

Piştî civînê wezîran daxuyaniyek hevpar da.

Di daxuyaniyê de “Tevgera Tirkiyê ya ne rewa li Qibirsê û ava wê ya herêmî” hat şermezarkirin.

Hat gotin ku ev tevger li dijî qanûnên navdewletî û Netewyên Yekbûyî ye.

Wezîran di daxuyaniyê de bang li Tirkiyê kir ku rêzê ji tevahî dewletan û mafên wan di Deryaya Spî de bigire.

Têkildarî piştgriya Tirkiyê ji hikûmeta Wîfaqê ya Lîbî re jî, Wezîrên her pênc dewletan bang li Tirkiyê kir ku rêzê li biryara Netewên Yekbûyî ya qedexeya şandina çekan ber bi Lîbyayê ve bigre.

Back to top button