Bulbul: Êrîşa li ser goristanan, nîşana bidawîbûna desthilatê ye

Li dijî êrîşên dewam ên li dijî cenaze û goristanên gerîlayên HPG’ê, nerazîbûn zêde dibin. Parlamenterê HDP’ê yê Antalyayê Kemal Bulbul anî ziman “eger êdî zilmê li gor, goristan û cenazeyan dikin, wê demê ev desthilat xelas bûye.” Neviyê Şêx Seîd jî ji bo heman êrîşan bertek nîşan da û got: “Em dagirkeran nas bikin û zilmê qebûl nekin”

Êrîşên li dijî gor û goristanên Kurdan û gerîlayên HPG’ê ji aliyê hilumeta faşîst AKP’ê ve ranawestin.

Parlamenterê (HDP) yê Antalyayê Kemal Bulbul bertek nîşanîvan êrîşan da û diyar kir ku “eger ev êrîş û zilm li dijî gor û goristanan tê kirin, ev tê wateya ku ev desthilat xelas bûye. Xwestin miriyan jî tune bikin. Bi feraseta ’em ê koka wan biqelînin’ nêzîk dibin.”

Neviyê Şêx Seîd Mehmet Kasim Firat jî bertek nîşan da û xwest ti kes vê zilmê qebûl neke û her kes li goristanan xwedî derkeve.

Firat got:

“Divê em dagirkerên axa xwe nas bikin û zilma wan ti carî qebûl nekin.”

Rêxistinên Civakî: Em li dijî şerma kilyosê bibin yek

Tevî êrîşên li ser goristanan, li dijî cenazeyan jî heman nêzîkatî û bêrêzî dewam in.

Polîsên AKP’ê bi fermana dozgeriya Komarê ya Tetwanê, 19’ê Kanûna 2017’an d 282 cenaze ji Goristana Xerzanê ya Bedlîsê derxistibûn.

Ji wan cenazeyan heta niha tenê 21 jê radestî malbatan kirin.

Lê piştre û bi dîmen û wêneyan derket holê ku rayedarên goristanê 261 cenazên din bi komî û di bin peyarêya li Goristana Kîlyosê veşartine.

Li ser vê nêzîkatiyê jî bertek û nerazîbûnên civakê û rêxistinên demokratîk zêde bûn.

Nûner û rêveberên rêxistinên civakî û demokratîk ên Stenbolê veşartina komî li peyarêya Goristana Kilyosê, şermezar kir û xwestin hemû hêzên demokratîk û muxalif li dijî vê şermê bibin yek û dengê xwe bilind bikin.

Back to top button