Li Başûrê Kurdistanê, 3 kesên din bi vîrûsê ketine

Wezareta Tenduristiyê ya Başûrê Kurdistanê ragihand ku di nava 24 saetên dawî de 3 kesên din bi vîrûsê ketine. Yek li Silêmanî û 2 jî li Hewlêrê. 

Li gorî daneyên Wezaretê, heta niha 505 kes bi Coronayê ketine, ji wan 5’an jiyana xwe ji dest daye.

Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê, 28 kesên din jiyana xwe ji dest da

Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê jî, 948 kesên din bi vîrûsê ketine û 28’an jiyana xwe ji dest daye.

Bi vê yekê, jimara giştî pêketiyan bûye 158 hezar û 762 kes û 4 hezar û 397 jî mirine.

Li Îranê 1787 kesên din bi vîrûsê ketine û 57’an jiyana xwe ji dest daye

Wezareta Tenduristiya Îranî jî da xuyakirin ku di 24 saetên dawî de hezar û 787 kesên din bi Coronayê ketine û 57’an jî jiyana xwe ji dest daye.

Back to top button