
Serokê Amerîkayê Donald Trump ragihand ku, ji ber pêngavên wê der barê Hong Kongê de, ew amadekariya hin rêkaran li dijî Çînê dikin.
Trump hûrguliyên van rêkaran eşkere nekir û diyar kir ku ev yek wê di nava hefteyekê de were zanîn.
Li ser pirsa rojnamevanekî ku “dibe ew cezayan li Çînê bisepînin yan na”, Trump got:
Em niha tiştekî dikin û ez guman dikim hûn ê vî tiştî pir girîng bibînin, lê ez îro zêde behsê nakim, di dawiya hefteyê de hûn ê bibihîzin.
Tê zanîn, Çîn di nava hewldanan de ye ku qanûnên ewlekariya neteweyî yên li Çînê, li ser Hong Kongê ku rêveberiyeke wê ya xweser a berfireh heye, bisepîne..
Ev yek jî dilgiraniyê li cem Waşingtonê çêdike.