
Piştî civîna Moskovayê, tevgera balafirên Rûsî li ser asîmanê Heleb û Idlibê zêde dibe.
Çavdêriya Sûrî ya Mafên Mirovan ragihand ku îro balafirên Rûsî li ser asîmanê gundewarên rojhilatê Heleb û Idlibê geriyan.
Her wiha, li eniya Tiqadê ya Helebê jî şer di navbera hêzên hikumeta Şamê û çeteyên dewleta Tirk de derket.
Her wekî duh bi şev hêzên hikumetê deverên Fitêra, Kinsefra û Sifûhin ên Başûrê Idlibê jî, toparan kirin.
Tevî qaşo agirbesta Putin-Erdogan a ku di roja 83’an de ye, rojane binpêkirin çêdibin.