4 çeteyên DAIŞ’ê li Başûrê Bexdayê hatin kuştin

Berdevkê Giştî yê Hêzên Çekdar ê Iraqî Yehya Resûl ragihand ku 4 çeteyên DAIŞ’ê li başûrê Bexdayê hatin kuştin.

Resûl da xuyakirin ku bi hevkariya rêveberiya operasyonên Bexda û hêzên ewlekariyê, li herêma Enaz a li başûrê Bexdayê, 4 çete hatin kuştin.

Wezareta Parastinê ya Iraqî jî da zanîn ku 4 çete bi tawana terorê hatin girtin. Di nav wan de jinek jî hebû.

Di heman çarçoveya paqijkirina herêmê ji çeteyên DAIŞ’ê de, hezên koalîsyona navdewletî ya li Dêra Zorê, waliyê Iraqê yê DAIŞ’ê Mutez Noman El-Cibûrî kuşt.

Ji ber liv û tevgera zêde ya DAIŞ’ê, hêzên Iraqî dest bi gelek operasyonan kiriye.

Back to top button