YPJ: Em ê bi rihê silava û bêrîvan gelê xwe û hemû jinan biparêzin

Fermandariya Giştî ya Yekîneyên Parastina Jin (YPJ), şehîd Bêrîvan û şehîd Silava bi bîr anîn û da zanîn ku ewê bi dildariya wan tevbigerin û bi rihê wan ê fedaîyana hemû jinan, gelê xwe û welatê xwe biparêzin.

Fermandariya Giştî ya Yekîneyên Parastina Jinê (YPJ) bi boneya salvegera şehadeta şehîd Bêrîvan û şehîd Silava peyamek weşand:

YPJ’ê destpêka peyama xwe de herdu şehîd bi bîr anîn û ev tişt gotin:

“Em di şexsê her 2 hevrêyên xwe Bêrîvan û Silava de, tevahî şehîdên ku di oxira azadiyê de canê xwe bexşandine, bi rêzdarî bi bîr tînin û soza tolhildanê careke din li beramberî lehengiya wan nû dikin.

YPJ’ê bal kişand ser berxwedana jinan di a dirêjiya dîrokê de û wiha domand:

“Di her sedsalê de bi sedan jin derketin û serî li hember pergalên desthiladar, dagirker rakirin.

Lewra di hemû êrîşên qirkirin û dagirkeriyê de destpêkê jin bûn hedef.

Di roja îro de di şexsê dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê de dîroka destdirêjî û qirkirinê careke din xwe dûbare dike.

Ev hêzên çete bi hovîtiya xwe xwestin careke din deriyê tarîtiyê li jinê vekin, civak û welatê wan dagir bikin.

Lê di tekoşîn û meşa azadiya jinê de, bi taybetî jî di şoreşa Rojava de jinê pêşengiya şoreşê hilgirte ser milê xwe.”

YPJ’ê diyar kir ku Silava û Bêrîvan canê xwe kirin mertal û wiha domand:

“Rêhevalên me Silava û Bêrîvan, zarokên çiyayê Kurmênc bûn yekem bedel, yekem şehîdên YPJ’ê.

Di şexsê şehîd Silava û şehîd Bêrîvan de sala 2012-2013’an bû sala herikandina jinên Rojavayî ya nava refên şoreşê.

Her 2 hevrêyên me jî ev xeterî ferq kiribûn û di eniyên şer ên herî pêşde canê xwe kiribûn mertal.

Ji bo destê çeteyan nêzî ax û welat nebe, heta dawî bi erk û berpisyariyeke mezin kar û xebat meşandin.

Li ser şopa wan bi sedan Bêrîvan û Silava herikîn nava refên şoreşê û me jî weke YPJ, wê rojê soz da Silava û Bêrîvan ku emê artêşbûna xwe hîn mezintir bikin û tekoşîna xwe xurtir bikin.

YPJ’ê dawiyê ji bo parastina destkeftiyên Şoreşa Rojava û dawîkirina dagirkeriyê, soza xwe nû kir û diyar kir ku ewê bi dildariya wan şehîdan tev bigerin, bi ruhê wan ê fedaîyane hemû jinan, gelê xwe û welatê xwe biparêzin.

Back to top button