Partiyeke Tûnisê: Em rê nadin ku welatê me bikeve bin wîsayeta Osmanî de

Serokê partiya projeya Tunis Muhsin Merzuq, Tirkiyê bi têkbirina aramiya welêt tawanbar kir û diyar kir ku dewleta Tirk dixwaze Tunisê bixe bin serweriya Osmanî de.

Merzûq bang li hêzên siyasî yên Tunisî kir ku ji bo rûbirûbûna gefên Tirkî, lihevkirinekê pêk bînin û teqez kir ku serdema destwerdanên leşkerî bi dawî bûye.

Gelê Tûnisê têkiliya Enqere bi tevgera Nehda ya Îxwanî re, weke gefekê li ser welatê xwe dibînin, nexasim piştî ku serokê Parlemanê Raşid El-Xenûşî piştgiriya destwerdana dewleta Tirk li Lîbyayê eşkere kir.

Bi kêmbûna rola dewleta Tirk li Iraq û Sûriyê re, Erdogan hewl dide dest deyne ser dewlemendiya ser erd û binerd ê bakurê Afrîka û deryaya Spî.

Back to top button