Dagirkeriya Tirk herêma Behdînan a Başûrê Kurdistanê bombebaran kir û ziyaneke mezin giha xwezaya herêmê.
Îro di saetên êrvarî de, balafirên şer ên dewleta Tirk Geliyê Dêra û Bêşêlî bombebaran kirin.
Geliyê Dêra û Bêşêlî dikevin devera Berwariya Bala ya girêdayî Amêdiyê ye.
Têkildarî ziyanên canî yên êrîşê agahiyek zelal nehat bidestxistin.ç
Lê hat gotin ku ziyanek mezin bi bax û rezên welatiyan û xwezaya deverê ketiye.