Bi dîmen..Li gundewarê Dêra Zorê 21 çete hatin girtin, operasyon didom

QSDê, duh li gundewarê Dêra Zorê li dijî şaneyên veşartî yên çeteyên DAIŞê, dest bi operasyonek leşkerî kir û heta niha 21 çete hatin girtin.

Pêngav, ji sê eniyan ve, ji bajarokê El-Deşîşa yê başûr-rojhilatê bajarê Hesekê dest pê kir û wê ji bejahiya Hesekê heta bigihêje bakur-rojhilatê Dêra Zorê bidome.

Di roja yekem a operasyonê de, 21 çete hatin girtin.

Ev pêngav, li ser banga rûspiyên herêmê hat destpêkirin.

6 hezar şervanên QSD, YPJ û hêzên taybet, bi koordîneya bi hêzên Koalîsyona Navneteweyî re, beşdarî operasyonê bûne.

Back to top button